Duzimanî

Li dinyayê bi taybetî jî li welatên modern û demokratîk bi duzimanan yan zêdetir zimanan peyivîn tiştekî pir normal e. Welê tê gotin ku li cîhanê ji deh kesan 6-7 kes bi duzimanan yan zêdetir zimanan dipeyivin.

Wekî nimûne li Swêdê ji sedî 96,6ê swêdiyên di navbera 25 û 64 salî, herî kêm bi du zimanan dipeyivin. Tenê ji sedî 3,4 tenê bi zimanekî dipeyivin. Li Swêdê ji sedî 45,9ê swêdiyan bi zimanekî biyanî, ji sedî 31,7 bi du zimanên biyanî û ji sedî 19 jî herî kêm bi sê zimanên biyanî dipeyivin.(1)

Ji aliyê duzimanî yan pirzimanî bûyinê de kêmzêde rewşa hemû welatên pêşketî û demokratîk wekî ya Swêdê ye.

Welatên pêşketî û rejimên demokratik, ziman, dîn û kulturên cuda yên li welatên xwe wekî tehdît nabînin, berovajiya vê yekê, ew van cudahiyan ji bo mirovahiyê û civakên xwe wekî dewlemendiyekê dihesibînin. Wan ev cudahiyên ku li welatên wan hene, qebul kirine. Û mafên zimanên cuda, dînên cuda, nasnemeyên cuda bi qanûnan garantî kirine.

Ji ber ku ev welatên pêşketî û rejîmên demokratîk girîngî, feyde û awantajên ziman û kulturên cuda baş fam kirine. Loma jî ew welatên demokratîk ji bo ku biyaniyên li welatê wan dijîn, ziman û kultura xwe ji bîr nekin ji wan re derfet û imkanan pir fireh pêşkêş dikin.

Wekî nimûne:

Di sala xwendinê ya 2020an de li Swêdê 186 hezar 538 xwendekar bi qasî 150 zimanên cuda bi dersa zimanê zikmakî perwerde dîtin. Nuha jî 6 hezar 200 mamosteyên zimanê zikmakî li dibistanên li Swêdê kar dikin.(2)

Yanî keç yan lawekî kurd ku li Swêdê dijî, bi zimanê kurdî, swêdî û herî hindik bi yek yan du zimanên biyanî yên din dizane. Ev jî fenomeneka pir xwezayî ye ku xort û keçên ciwan yên li welatên pêşketî û demokratîk dijîn, herî hindik bi 3-4 zimanan dizanin.

Lê hezar car heyf e ku şansê keç û lawên kurd ku li ser axa xwe dijîn bi qasî keç û lawên kurd yên li Swêdê yan li welatekî Ewropayê dijîn tuneye ku ew hem zimanê xwe yê zikmakî û hem jî du-sê zimanên biyanî fêr bibin.

Ji ber ku dewleta kurdan tuneye, piraniya kurdan di nav sînorên fermî yên dewletên cuda de dijîn. Piraniya kurdan di nav sînorên dewlata Tirkiye, Îran, Suriye û Iraqê de dijîn. Ka em binêrin îstatîstîk li ser rêjeya zanîna zimanên biyanî li dewletên ku kurd lê dijîn çi dibêjin.

ÎSTATÎSTÎK

Îstatîstîka ku Dibistana Ziman Education First sala 2018an weşandiye, di nav 88 welatan de kijan welat zêdetir îngîlîzî dizane hatiye çêkirin. Li gor îstatîstîkê: Tirkiye di dora 73an, Îran dora 66an, Suriye dora 76an û Iraq dora 87an de ye.(2)

Weke ku di mînakên li jor de jî tê dîtin, ev welatên totalîter, nedemokratîk zêde girîngiyê nadin ku hemwelatiyên wan zimanên biyanî hîn bibin. Sedema vê ya herî mezin, ev dewletên ha zimanên cuda, olên (dînên) cuda yên di welatên wan de hene ji bo hebûna dewletên xwe wekî tehdîdekê dibînin. Bi taybetî jî Tirkiye. Tirkiye hebûna zimanê xwe, çanda xwe, dînê xwe li ser winda kirina ziman, çand û dînên cuda yên li Tirkiyê ava kiriye. Wekî we dît di warê fêrbûna zimanê biyanî de ferqeka pir mezin di navbera welatên pêşketî û demokratîk û rejîmên totalîter ên nepêşketî de heye. Ka em hinekî jî binêrin welatên pêşketî çima girîngiyê didin bi duzimanî yan pir zimanî bûyinê.

Feyde û awantajên duzimanî bûyinê:

JI ALIYÊ PÎSKOLOJÎK DE

Lêkolînên dawî diyar dikin ku mejiyê mirovên duzimanî dereng kal dibe. Ji ber vê yekê ew jiyanek dirêjtir û ji hêla derûnî ve saxlemtir dijîn. Bi gelemperî tê pejirandin ku duzimanî dikare nexweşiyên neurolojîk ên wekî dementia û alzheimer dereng bike. Mêjiyê kesên duzimanî bihêztir dixebite. Kesên duzimanî zêdetir berhemdar in. Kesên duzimanî yan pirzimanî, kontrolkirina baldariyê, konsentrasyonê baştir in. Pirsgirêkan, probleman zûtir çareser dikin. Kesên duzimanî zêdetir in. Yanî tendurîstiya derûniya kesê bi duzimanan dizane ji yê/a yekzimanî dizane xurtir û saxlemtir e.(3)

JI ALIYÊ DANÛSTANDINA BI CIVAKÎ RE

Wekî dibêjin: ‘’Zimanek û mirovek, du ziman û du mirov”. Bi rastî jî kesê/a bi du zimanan yan pir zimanan dizanin bi civatê re hêsantir tekiliyê datînin. Ji ber ku çiqas zêdetir zimanan hûn bizanibin, hûn dikarin bi zêdetir kesan re sohbet bikin û pê re têkilî daynin. Ew kesên pirzimanî di tekiliyan de jêhatî ne û di danûstandinan de bixwebawer in. Ew di nav çandên (kultur) cuda de wekî pirekê, kopriyekê tevdigerin. Perspektîvên wan firehtir û di çareserkirina probleman de alternatîvên wan zêdetir in. Ew li hember ziman û çandên biyanî zêdetir pozîtîf û xweşbîn in.

JI ALIYÊ BIDESTXISTINA KAR DE

Di dunya me ya global de hêdî welatekî homojen nemaye, ji yek zimanî yek miletî pêk were. Li hemû welatan gelek ziman tên peyivandin û wexta tu li kar bigerî, zanîna wan zimanan wekî referens tên qebûl kirin.

Yanî peyvîna zimanekî duyemîn li gorî zimanên ku têne peyivîn bêtir derfetên kar peyda dike. Ji ber ku pir zimanî bûyin, avantaja akademîk peyda dike: Duzimanî bûyin hişmendiya çand, kevneşopî, raman û perspektîfên cihê û fireh diafirîne.

DI FÊRBÛNA ZIMANEKÎ BIYANÎ DE

Ew kesên ku bi du zimanan yan pir zimanan dizanin, zimanên din bi hêsanî fêr dibin: Zanîna pir zimanan di fêrbûna zimanên din de dibe alîkar. Ji ber ku zanîna zimanan hevûdu xurt dikin.

Duzimanî dibe alîkar ku zarok di perwerdehiyê de baştir bi ser keve. Ew ji aliyê kognitivî (fonksiyonên întelektuelî), di xwendin û nivîsandinê de zêdetir jêhatî ne. Ji ber ku zarokekî duzimanî, dema li wêneyek yan li tiştekî dinêre, navê wê tiştê yan wêneyê bi du zimanan di mejiyê xwe de depo dike. Ew bi herdu zimanan wî navî analîz dike, ew wî navî zû hîn dibe û êdî ji bîr nake.

Piştî van agahdariyên kurt, dixwazim çend tiştan jî, ji bo dê û bavên kurd ku li malê bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyivin, bibêjim:

Dê û bavên hêja!

Wekî hemû dê û bavan bêşik hûn jî dixwazin zarokên we di nav ewleyî, xweşî û aramî de mezin bibin û serkeftî bin. Di pêşveçûna zarokan de ziman cîhekî girîng digre, bi taybetî jî zimanê zikmakî. Me feyde û awantajên du zimanî bûyinê li jor xwendibû. Hûn dizanin ku zarokên we nikarin li mekteban bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin. Ji ber ku li gor destûra bingehîn ya Tirkiyê û metnên qanûnên navxweyî yên Tirkiyê ji bo astengkirina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî ya Kurdan e. Ya rast di xala 42. ya destûra bingehîn de di beşa bi sernavê maf û erka perwerde û hîndekariyê de wiha tê gotin: “… Ji bilî tirkî tu zimanekî din wek zimanê zikmakî nayê hînkirin û hînbûn. Welatiyên Tirkiyê di saziyên perwerde û hîndekariyê de…..” (4)

Loma divê hûn zarokên xwe li malê fêrî zimanê kurdî bikin.

Wekî tê zanîn zarok di salên xwe yên ewil de zêdetir wexta xwe li malê derbas dikin. Jîngeha malê yek ji faktorên herî girîng e ku zarok fêrî zimanê dayikê bibe û ji aliyê sosyal de bi pêş bikeve. Bi kurtî berpirsyariyeka mezin dikevin ser milên we dê û bavan, salmezinan û kal û pîran.

Ji bo ko zarokên we fêrî zimanê kurdî bibin, çend tiştên hêsan ku hûn dikarin li malê bikin.

1 – Divê hûn biryarê bidin ku hûnê li malê, li sûkê, li mêvandariyê, li bazarê, li hemû qadên danûstandina sosyal de bi zarokên xwe re tenê bi zimanê kurdî bipeyivin. Hûn dizanin ku dema zarokê we kurdiyeka baş fêr bibe, ew dê li mektebê tirkiyeka baş jî fêr bibe. Zarokên ku zimanê xwe yê zikmakî dizanin li gor hevsalên xwe zûtir, baştir û hêsantir zimanê tirkî fêr dibin. Lêkolîn nîşan didin ku meriv çiqas zimanê xwe yê zikmakî baştir bizanibe, hewqas zimanê duyemîn hêsantir hîn dibe.(4)

2 – Dema zarokê/a we bi we re bi tirkî peyivî, hûn bi kurdî bersiva wî/wê bidin. Ji ber ku zimanê tirkî zimanê domînant e, tiştekî xwezayî ye ku zarok bi înadî bixwaze bi dê û bavê xwe re bi tirkî biaxive: Dilê xwe teng nekin, bêyî ku hûn zarokê/a xwe biêşînin, bi sebir guhdariya wî/wê bikin û pê re bi kurdî bipeyivin. Piştî demek zarokê/a jî dest pê bike û bi we re bi kurdî bipeyive.

3 – Dema zarokê/a we zimanê tirkî û kurdî li nav hev xwe, hûn bêyî ku zimanê wî/wê rast bikin, bi kurdiya rast bersiva wê/wî bidin. Piştî ku zarok têra xwe zanyarî civandin, ew dê dê ferqa di nav herdu zimanan de kişif bike û bi têgihîştineka bilind, bi xwe biryarê bide ka ew ê: li kû, bi kê re bi kîjan zimanî bipeyive.

4 – Divê dê û bav îmkanên hevdîtinê bi kesên kurdîzanan ra pêk bînin. Rê li ber zarokan xweş bikin ku ew bi kesên bi kurdî dizanin re peywendiyê deynin û bi wan re bi kurdî bipeyivin. Zarok çiqas bi kurdî bi pir kesan re bipeyive ewqas bi zimanê xwe axavtin bo wî/wê spontan dibe.

5 – Hêza stranan, kilam û çîrokan û tiştên folklorîk di bidestxistina ziman de nayê înkarkirin. Ji ber vê yekê jî li malê muzîka kurdî guhdarî bike, ku tu dizanî du-sê babetên govendê fêrî zarokê/a xwe bike. Ku tu lîstikên kurdî yên zarokan dizanî bi zarokê/a xwe re bilîze. Wer tê gotin ku li ku derê kêf heye, hînbûna bilez û daîmî jî heye. Yek ji baştirîn rêyên vê yekê bi stranan e. Bi saya stranan zarok pir bi hêsanî fêrî peyv û pêkhateyên nû dibin.(5)

6 – Her şev li 10 deqiqa keça xwe, lawê xwe fêrî hejmarên kurdî bike (yek, du, sê, çar, pênç, şeş, heft, heşt, neh, deh)

?Her şev li malê 10 deqiqa navên rojan bi kurdî fêr bike (yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pênçşem, în, şemî)

?Her şev li malê 10 deqiqa kitebeka kurdî bixwîne.

?Her şev 10-15 deqiqa çîrokeka kurdî ji keça xwe, ji lawê xwe re bêje!

?Ji keça xwe, ji lawê xwe re bêje: Dilê min, bîbika çavê min, cîgera min ûwd (Ji bîr meke keça te, lawê te heta mirinê van gotinan ji bîr nake)(6)

7- Zimanê kurdî hilbijêre

Çiqas kêm jî be, çiqas li ber me ji bo perwerdeya zimanê kurdî astengan derxin jî, li dibistanê ji bo zarokê/a xwe zimanê kurdî hilbijêre. Ev hilbijartin alîkariya zarokê/a te dike ku xwedî şexsiyet û serbilind be. Vê serbilindiyê û şexsiyeta qewîn ji zarokên xwe kêm neke.

8- Ji bîr neke kî zarokê/a xwe fêrî kurdî bike, temenê zimanê kurdî 60-70 sala dirêj dike.

BELÊ XWENDEVANÊN HÊJA!

Min bi vê nivîsa kurt xwest ku bala we bikişînim li ser feydeyên fêrbûna zimanê kurdî û awantajên duzimanî buyinê. Zimanê kurdî zimanê me yê dayîk e, em dê çima zarokên xwe ji vî zimanê mehrum bikin. Ji bo xatirê pêşeroja zarokên xwe, ji bo ku zarokên we di jiyana xwe de biserkeftî bin, divê hûn zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bikin.

Ez dikarim te piştrast bikim ku roja ku zarokê/a we bi kal û pîrên xwe re bi zimanê wan axivî, him hûn him jî kal û pîrên we hûn ê bi zarokê/a xwe ve serbilind bin.

Zarokên we jî dê bi serbilindiya we bextewar bin û hûn dê hîç pişman nebin ku zarokên we bi zimanê dê û bavên we dipeyivin.

Çavkanî:

1 – Språk Tidningen Sverige har flest flerspråkiga i EU.

2 – Sputnik: https://sputniknews.com.tr/20181107/turkiye-ingilizce-dil-yeterlilik-education-first-1036039661.html

3 – How to motivate a bilingual / Multilingual child to speak a family language.

4 – Türkiye’de Anadilde Eğitim Sorunu: Zorluklar, Deneyimler ve İki Dilli Eğitim Modeli Önerileri.

5 – Språkligt, Vad pêverkar barns lärande och utveckling.

6 – Facebook Remzî Kerîm 21 Ekim 2023.

Bu yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

xxx